Ji çalakiya li Çelebiyê: Divê cîhan dagirkeriya Tirk rawestîne

Beşdarên çalakiya konvendê ya li navçay Çelebiyê bang li hêzên cîhanê kirin ku destwerdanê bikin û dagirkeriya Tirk rawestîne. Beşdaran diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin.

Ji çalakiya li Çelebiyê: Divê cîhan dagirkeriya Tirk rawestîne
23 cotmeh, 2019   06:10
KOBANÊ

Çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya Berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk a li navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê bi beşdarbûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Beşdarên çalakiyê der barê dagirkeriya Tirk li ser herêmê de ji ANHA`yê re axivîn û bertek nîşan dan.

Welatiya bi navê Emîne Mihemed wiha got:  ‘‘Dagirkeriya Tirk xaka me dagir dike û bê dilovanî zarok û sivîlan qetil dike,  me ziyan negihandiye ti kesî, ji ber ku em Kur din dagirkeriya Tirk aciz dibe, hemû pêkhate li vir jiyaneke hevbeş diqedînin.‘‘

Emîne destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi çekên qedexekirî sivîlan qetil dike û got: ‘‘Em ê li ser xaka xwe bimînin, em li vê derê bûn û em ê li vir jî bimirin.‘‘

Welatiyê bi navê Bozan Mihemed Elî jî anî ziman ku kesên êrîşî Girê Spî dikin çeteyên DAIŞ`ê e yên ku di dema êrîşên dagirkeriya Tirk de ji kampan û girtîgehan reviyan e û kiryarên wan heman kiryarên çeteyên DAIŞ`ê in.

Mihemed Elî bang li civaka navdewletî kir ku êrîşên Tirkiyê rawestînin, dagirkeriya Tirk bi çekên qedexekirî êrîşî sivîlan dike, ew dixwazin Îxwan Muslimîn û El-Qayîde li herêmên dagirkirî bi cih bikin.

Osman Mehmûd jî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û bi van gotinan civak navdewletî muxateb girt: ‘‘Dagirkerî zarokên wan qetil dike û şêniyan koçber dike, piştî me her kes ji xeteriya DAIŞ‘ê xilas kir hemiyan destê xwe ji ber me berdan.‘‘

(rr)

ANHA