Li Qamişlo kampanyaya komkirina alîkariyan

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo kesên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne kampanyaya komkirina alîkariyan dest pê kir.

Li Qamişlo kampanyaya komkirina alîkariyan
Li Qamişlo kampanyaya komkirina alîkariyan
Li Qamişlo kampanyaya komkirina alîkariyan
Li Qamişlo kampanyaya komkirina alîkariyan
Li Qamişlo kampanyaya komkirina alîkariyan
22 cotmeh, 2019   15:04
QAMIŞLO

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi hezaran sivîl koçber bûn, bi taybet ji herdu bajarên Girê Spî û Serêkaniyê. Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe de balafir û çekên qedexekirî mîna fosfoa spî bi kar anîn. Ji ber êrîşan zêdeyî 250 sivîl şehîd bûn, di nav de zêdeyî 20 zarok in.

Xelkên Serêkaniyê û Girê Spî ji ber êrîşên dijwar û komkujiyên dagirkeriyê koçberî herêmên derdorê bûn. Wekî rewşeke awaret koçber di dibistan û parkan de hatine bicihkirin, di demekê de ku hemû rêxistinên mirovî ji erka xwe ya mirovî dûr ketine.

Li Qamişlo jî, şêniyan kampanyaya komkirina alîkariyan dest pê kir.

Komkirina alîkariyan li ber Mizgefta Qasimlo bi rêve diçe.

Şêniyan bi madeyên xwarin, nivîn, cil û pêwîstiyên sereke alîkarî kirin.

Welatiyên Qamişlo bang li şêniyan kirin ku alîkariya koçberan bikin.

(rr)

ANHA