Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirinêa bêdengiya civaka navdewletî der barê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelên Sûriyê li Bakur – Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û bikaranîna çekên qedexekirî di aliyê navdewletî de, xwepêşandanek lidar xistin.

Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
Gelê Kobanê li djiî bêdengiya navdewletî rabûn ser piyan
22 cotmeh, 2019   12:08
KOBANÊ

Xwepêşandan li qada Şehîd Egîd hat lidarxstin. Bi hezaran  şêniyên gund û bajarokên kantonê tev li xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsên şermezarkirina bê dengiya navdewletî der barê kiriyar û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Sûriyê pêk tîne, hatin hildan.

Di xwepêşandanê de Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê Silêman Kieşîş axivî û got tişta ku Tirkiyê navê "Kaniya aştiyê" lê dike di encama wê de bi sedan dibistan, sazî hatin rûxandin, bi hezaran xwendekar ji dibistanên xwe dûr ketin û komkujî li djî gelê aştîxwaz ku ji beriya hezarê salan bi hevre dijîn, pêk anî.

Silêman tekez kir ku yekitiya erebî, kurdî û ermenî şeklên herî baş ji berxwedana dîrokî ya gelê Sûrî yê li dijî dewleta Tirk a dagirker, derxist holê.

Endamê Komîteya Karûbarên Ol û Baweriyan Îbrahîm Remo got tekane rêyên li dijî dewleta Tirk a dagirker yekitiya gelêrî, hevgirtin û guhnedana şerê pislolojîk û çapemenî ye.

Her wiha Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa helwesta navdewletî ku tenê di aliyê daxuyaniyan de maye şermezar kir û got ev yek rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker vedike ku komkujiyan pêk bîne heta ku gihşt asta ku fosfora spî li dijî gelê Sûriyê bikar bîne.

(bx)

ANHA