Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê de hewl dan birevin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kampa Holê hewldana reva jinên çeteyên DAIŞ`î asteng kir û 14 jin ku 21 zarokên ji nasnameyên cuda bi wan re bûn, girtin.

Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê de hewl dan birevin
19 cotmeh, 2019   13:23
HESEKÊ

Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, tevgera çeteyên DAIŞ`ê li herêmê zêde bû. Li kêleka tevgera jinên çeteyan di kampên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tê ku jinên DAIŞ`ê hewl da ji kampa Holê birevin.

Kampa Holê 45 km rojhilatê bajarê Hesekê ye û yek ji mezintirîn kampên girêdayî Rêveberiya Xweser e. Zêdetirî 71 hezar kes ji koçber û penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji jin û zarokan lê dimînin, her wiha yek ji cihên herî xeternak e ku zêdetirî 40 hezar ji jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin.

Komeke jinan û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê û biyanî hewl da ji kampê birevin.  Jinan piştî seatên şevê din ber bi herêm û gundewarên Deşîşê li başûrê kampê ve reviyan. Lê hewldana wan vala derket ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî kampê ew girtin.

Der barê detayên bûyerê de aliyên peywendîdar ên li kampê destnîşan kir ku hewldana wan hat astengkirin û hemû kom hatin girtin. Hejmara wan ji 14 jinên çeteyên DAIŞ`ê û 21 zarokên wan bûn, ew ji kampê re hatin şandin û lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên dewleta Tirk êrîşî kampa Eyn Îsa kir ku malbatên DAIŞ`ê lê dimînin û bû alîkar ku malbatên çeteyan birevin. Zêdetirî 850 kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê reviyan.

(jo)

ANHA