QSD: Di roja 11’an a şer û berxwedanê de 18 leşker û çete hatin kuştin

QSD’ê encamên şer û berxwedana roja 11’emîn a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin. QSD’ê diyar kir ku 18 leşker û çete hatine kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûne û di berxwedanê de 17 şervanên wan jî şehîd bûne.

QSD: Di roja 11’an a şer û berxwedanê de 18 leşker û çete hatin kuştin
19 cotmeh, 2019   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana roja 11’emîn a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin. QSD’ê diyar kir ku 18 leşker û çete hatine kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûne. QSD’ê destnîşan kir ku di berxwedanê de 17 şervanên wan jî şehîd bûne.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de îşaret pê kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û piştî biryara agirbestê hêzên wan li hemû qadên şer ketine rewşa parastinê û tu çalakî pêk neanîne û hemû pevçûnên ku qewimîne, wek encama bersivdana hêzên wan a li dijî êrîşan pêk hatine.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Ruxmê biryara agirbestê jî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe li seranserê xeta sînor nerawestandin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de cih bi cih bersiv da van êrîşan.

Serêkaniyê

Piştî ragihandina biryara agirbestê jî artêşa dagirker a Tirk hewl da bi seyareyên zirxî bi pêş de were û hinek taxan dagir bike. Di her hewldanên wan de hêzên me di çarçoveya parastinê de bersiv dan. Di encamê de 3 panzer hatin derbkirin. Di pevçûnan de herî kêm 13 çete hatin kuştin û 3 jî brîndar bûn.

Li gundê Zirgan, artêşa dagirker xwest pêş bikeve û êrîş bir ser gund. Komên çete bi alîkariya êrîşên hewayî û topan xwest gund bigirin. Hêzên me bi heman awayî bersiv da êrîşan û di encamê de li herêmê şerek giran qewimî. Di şer de, di encama êrîşên hewayî de 12 hevalên me û welatiyek sîvîl şehîd ketin, 12 hevalên me brîndar bûn.

Her wiha li gundên Menacir û Aliya jî di encama êrîşên komên çete de pevçûn qewimîn.

Qamişlo

Artêşa dagirker duh êvarê bajarê Qamişlo da ber top û tankan. Di encama êrîşan de hevalekî me şehîd ket û 4 hevalên me birîndar bûn. Piştî êrîşê hêzên me bersiv da çavkaniya êrîşê ya li baregeha Sêgirka. Di encama bersiva hêzên me de baregeh hat derbkirin, depoya cebilxane hat teqandin û hejmarek ji çete û leşkeran hatin kuştin.

Kobanî

Artêşa dagirker û komên çete di saetên êvarê de xwest bi awayekî veşartî bi seyareyên zirxî xwe nêzî çeperên şervanên me bikin. Li ser bersivdana hêzên me, seyareyek wan hate teqandin û gelek ji çeteyan hatin kuştin. Piştî bersivdanê komên çete cenazeyên xwe revandin û ji herêmê vekişiyan. Her wiha enqaza seyareyek BNB ku hêzên me beriya 2 rojan li herêma Şêrgiradê rûxandibû, hate dîtin. Di vê çalakiyê de jî hate zelalkirin ku 5 çete hatine kuştin.

Bi giştî di encama şer û berxwedanê de herî kêm 18 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmarek zêde jî birîndar bûn.

17 hevalên me di vê berxwedanê de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 25 hevalên me brîndar bûn.

Piştî biryara agirbestê hêzên me li hemû qadên şer derbasî rewşa parastinê bûne û tu çalakî pêk neanîne. Hemû pevçûnên ku qewimîn wek encama bersivdana hêzên me li dijî êrîşan pêk hatine.”