Rêveberiya Sivîl a Tebqayê têkildarî hevpeymana Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê civînek li dar xist

Têkildarî hevpeymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi şêniyên bajarokê Mensûra re civiya. Tê zanîn ku hevpeyman têkildarî parastina sînor ji êrîşên dewleta Tirkiyê ye.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê têkildarî hevpeymana Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê civînek li dar xist
16 cotmeh, 2019   13:55
TEBQA

Têkildarî hevpeymana di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de, şêniyan di 2 rojên derbasbûyî de çend pirs dikirin. Ji ber vê yekê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê civînek berfireh li dar xist. Meclisa Zagonsaz bi rêvebirina hevseroka meclisê Rewşen Hemê, her wiha bi beşdariya bi dehan endamên rêveberî, endamên meclisa herêmî û malên gel ên bajarok û taxan civîn li dar xist.

Di civînê de ku meclisa bajarokê Mensûra li dar ket, hevseroka Meclisa Zagonsaz a Herêma Tebqayê Rewşen Hemê, noqteyên bingehîn ên mekanîzmaya hevpeymana di navbera her du aliyên de diyar kir. Her wiha hemû gotegotên radestkirina herêman ji rejîmê re, red kirin. Rewşen got armanca van aliyên ku gotegotan belav dikin, tevliheviyê di navbera gelên herêmê de derxin.

Rewşen di destpêka axaftina xwe de ji beşdaran re geşedanên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de diyar kirin û got hevpeyman têkildarî qada leşkerî ye, da ku hêrêman ji dagirkeriya dewleta Tirk biparêzin. Her wiha got herêmên ku dê hêzên rejîmê lê hebin, dê yên di bin serweriya QSD`ê de bin, di heman demê dê bi şert û serpereştiya QSD`ê be.

Rewşen îşaret bi gotegotên li kolanan ku hê jî çend alî dibêjin, kir û diyar kir ku ev tenê îdiayên vala ne, armanca wan ew e ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibin û nerehetiyê di navbera gelan de derxin.

Rewşen Hemê bersiva pirsên beşdaran ên têkildarî mekanîzmaya kar û xebata saziyan  da û got kar û xebat dê wekî berê berdewam be, dê xebata saziyên ewlekariyê, sivîl û leşkerî bi hemû enerjiya xwe berdewam bikin, bingeh ji rawestandina kar û xebatê re tune ye, karê xwe bi rê ve dibin, civînên xwe li dar dixin û jiyana xwe ya rojane berdewam dikin.

Di dawiya civînê de hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê bal kişand ser girîngiya berpirsyariya rêveber, endamên meclisên sivîl û komîteyan da ku geşedanên dawîn ji şêniyan re diyar bikin, nexasim li hember şerê taybet ku hêzên mezin didine meşandin.

(eh)

ANHA