Mijarên rojnameyên erebî – 14 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê, bertekên navdewletî, têkiliyên Sûsiya û Siûdiyê û hilbijartinên Tunisê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 14 Cotmeh
14 cotmeh, 2019   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Sûcekî şer li pey Erdogan e

Rojnameyê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyê û kuştina sivîlan nivîsî: "Piştî ku sekretera Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi awayekî kirêt hate kuştin û narazîbûnên gelêrî û siyasî yên navdewletî zêde bûn, dê serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beramberî sûcekî şer rû bi rû bimîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku Kurd serkêşiya wê dikin, şervanên girêdayî Tirkiyê bi kuştina Hevrîn Xelef tawanbar dikin ku roja şemiyê li ser rêyeke bakurê Sûriyê hate kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye û şerê li Sûriyê dişopîne, diyar kir ku komên girêdayî dewleta Tirk neh sivîl ku sekretera Partiya Pêşeroja ya Sûriyê jî di nav de ye li ser rê kuştin.

Çalakvanan li ser kanaleke Telegramê videoyek belav kirin, di videoyê de yek ji çekdaran dibêje ku yê ev kuştin kiriye "Lîwa El-Sultan" e ku Tirkiye piştgiriya wan dike û yek ji komên di nav şerê van rojan de ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê kuştina Hevrîn Xelef ku ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyê ve hatiye kuştin, şermezar kir.

Çavdêr dibêjin ku pinpêkirinên Tirkiyê ji destpêka operasyona leşkerî ve, dê bala civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan bikişîne. Her wiha paytextên cîhanê yên operasyon şermezar kirin, dê dîse xwe li hev kom bikin û pêleke cezayan li dijî Tirkiyê bibirin ku wê neçar bikin operasyonên xwe rawestîne.

Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin ku kiryara kuştinê ya li dijî sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ne bûyereke tesadufî bû, lê bi plan bû û armanca wê saziyên siyasî yên kurdî li herêmê tune bike. Her wiha da zanîn ku kiryar li ser agahiyên îstixbaratî yên Tirkiyê pêk hatiye.

El-Ahram: Wezîrên Yekitiya Ewropayê gavên li dijî Tirkiyê gotûbêj dikin

Ronameyê nivîsî: "Tê payîn ku wezîrên derve yên Yekitiya Ewropayê îro duşemê, bersiva YE`yê der barê êrîşên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser bakurê Sûriyê gotûbêj bike, guman heye ku hin ceza bêne birîn, hinartina çekan jî bê rawestandin.

Hevalbendên Tirkiyê yên rojavayî êrîş şermezar kirin û tirsa der barê aloziyeke mirovî de raber kirin. Şêwirmenda Almanyayê  Angela  Merkel bi axaftineke telefonê li gel serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, roja yeşemê, xwest êrîş `tavilê` bêne rawestandin.”

Dîplomatên Yekitiya Ewropayê got ew guman dikin ku di hevdîtinên îro yên li Luxemburgê de, tu ceza neyên birîn. Lê dîsa jî tê payîn ku mijar di lûtkeya lîderên YE`yê de ku vê hefteyê bê lidarxistin, were gotûbêjkirin.

El-Ereb: Erdogan lewlêsiya xwe eşkere kir; em ê bikevin tevahî bakurê Sûriyê

Rojnameyê wiha nivîsî: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja yekşemê niyeta ku artêşa wê 35 km’yan bikeve bakurê Sûriyê, ji aliyê rojava ji Kobanê ta Hesekê ya rojhilat, her wiha got ku gefên Ewropayê yên birîna cezayan û rawestandina hinartina çekan, dê operasyonê ranewestînin.

Erdogan got "Me destpêkê giranî da herêma bi dirêjahiya 120 km`yan ji Girê Spî ta Serêkaniyê, paşê em ê korîdora terorê ku dirêjahiya wê 480 km ye, ji nîvî de parçe bikin.”

Her wiha got "Paşê em ê dest deynin ser Hesekê û Kobanê û operasyonê dewam bikin." Ew behsa her du bajarên li ser her dûu aliyên devera operasyonê ya niha dike. Wiha dewam kir "Em ê bi kûrahiya bi qasî 30 ta 35 km biçin, li gorî nexşeya herêma ewle ku me berê behsê kiribû.”

Çavdêr dibêjin ku helwestên aliyên têkildarî şerê Sûriyê, diyar dike ku wan bi Tirkiyê re li hev kiriye, her wiha diyar kirin ku berpirsyariya exlaqî dikeve ser mile rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump ku rê da Tirkiyê bikeve rojhilatê Firatê.

Hin jî dibêjin ku li paş Stratejiya Ameîkayê ya li Sûriyê du şîrove hene, yekemîn ku bi Rûsyayê re bazareke mezin a bidawîkirina şerê li Sûriyê, bi taybet ku xuya ye helwestên Rûsyayê yên şermezarkirina operasyonê pir qesl bûn.

Şîroveya duyemîn jî ku Amerîka siyaseta ku aliyên diberî hev, bîne hember hev ku hev û din tune qels bikin, bi taybet eger Kurdan xwe xist bin desthilata Şam û Moskovê.

Şerq El-Awsat: Pûtîn li Siûdiyê ye… pêvajoyeke nû ya têkiliyên dest pê kir

Rojnameyê nivîsî: "Serokê Rûyayê Vladimîr Pûtîn beriya ku bighêje Siûdiyê, behsa girîngiya rola Riyad`ê ya erênê li herêmê kir, yek ji wan ji "çareseriya Sûriyê ye", her wiha girîngî da pêşxistina têkiliyan û got dê ev serdan destpêkeke nû be ji têkiliyên her du aliyan û li ser asta cîhanî jî.

El-Imarat El-Yaum: Tunisiyan ji bo hilbijartinên serokatiyê deng dan

Rojnameyê wiha nivîsand: "Duh navendên dengdanê li Tunisê hatin vekirin, dengdêran jî ji bo hilbijartina serokê welêt dengê xwe dan. Di tura hilbijartên de du namzet hatin hember hev; Qeys Saîd û Nebîl El-Qurawî ku her du di tura yekemîn a meha Îlonê de derketibûn pêş.

Di tura yekemîn de Qeys Saîd bû yekemîn ku ji sedî 18.4 wergirt, El-Qurawî jî ku serokê Partiya Dilê Tunisê ye 15.5% deng wergirtin.