Komseriya Penaberan: Bi sed hezaran sûrî ji ber êrîşa dewleta Tirk di xetereyê de ne

Komseriya Bilind a Penaberan a NY`yê ragihand ku bi sed hezaran sivîlên Sûriyê li bakurê Sûriyê ji ber êrîşa dewleta Tirk di xetereyê de ne.

Komseriya Penaberan: Bi sed hezaran sûrî ji ber êrîşa dewleta Tirk di xetereyê de ne
10 cotmeh, 2019   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh saet 16:00`an ve tax û gundên tijî şênî bi cureyên cuda yên çekên giran û balafirên şer topbaran dike. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd ketin û birîndar bûn.

Di çarçoveya bertekên dijberî êrîşan de Komseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku bi sed hezaran sivîl li bakurê Sûriyê ji ber êrîşên dewleta Tirk rastî xetereyê tên.

ANHA