QSD`ê bersiva topbararana li Zihêriyê da: Kuştî û birîndarên artêşa dagirker hene

Piştî QSD`ê bersiva topbarana li ser sivîlên gundê Zihêriyê yê Dêrikê da, hejmareke birîndar û kuştiyên artêşa Tirk a dagirker çêbûn.

QSD`ê bersiva topbararana li Zihêriyê da: Kuştî û birîndarên artêşa dagirker hene
10 cotmeh, 2019   13:06
DÊRIK

Hêzên QSD`ê parastina sivîlên ku rastî êrîşên topbarana artêşa dagirker a Tirk tên, dike. Nûçegihanê ajansa me diyar kir ku QSD`ê bersiva topbarana li ser sivîlên Zihêriyê ya li bejahiya Dêrikê ya li ser ava Dîcleyê da û navenda ku jê topan diavêjin, kir armanc.

Hate zanîn ku di encama bersivdayîna QSD`ê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker çêbûne.

(eh)