Piştî stasyona kehrebyê, stasyona avê jî hat topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker stasyona ku avê dide bajarê Girê Spî û derdora wê kir hedef.

Piştî stasyona kehrebyê, stasyona avê jî hat topbarankirin
10 cotmeh, 2019   12:56
GIRÊ SPÎ

Piştî artêşa Tirk a dagirker stasyona kehrbeyê ya bajarê Girî Spî ku kehrebeyê dide bajêr û gundewarên wê kir hedef, vê care jî stasyona avê bi çekên giran topbaran kir.

Artêşa Tirk navend ku xizmeta şêniyan dike û cihên şûnwarê dikin hedef. Her wiha navendnê bajêr, gund û bajarokên ku sivîl têde dijîn, topbaran dike. Artêşa Tirk topbarna li ser navneda bajarê Girê Spî, didomîne.

(bx)

ANHA