Mijarên rojnameyên erebî – 10 Cotmeh

Rojameyên erebî yên îro der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê û bertekên herêmî û navdewletî de nivîsîn. Her wiha mijarên mîna geşedanên li Iraqê û aloziya di navbera Îran û dewletên herêmê de di rojeva rojnameyan de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 10 Cotmeh
10 cotmeh, 2019   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Awsat: Tirkiye bi alîkariya hêzên asmanî êrîş dike, dewletên erebî  û yên rojavayî jî şermezar dikin

Der barê êrîşa artêşa Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê de rojnameyê nivîsî: “Duh artêşa Tirkiyê bi alîkariya hêzên asmanî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di vê navberê de gelek hêzên erebî û rojavayî êrîş şermezar kirin û Ewropayê doza civîna Konseya Ewlehiyê kir.

Artêşa Tirkiyê li dijî axa bakurê Sûriyê û herêmê Serêkaniyê ya sînor, êrîşên asmanî pêk anîn, her wiha di encama bombebaranê de bi dehan welatî ji malên xwe koçber bûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku balafirên Tirkiyê li dijî herêmên sivîl êrîş pêk anîne û di nava xelkê de tirs çêkiriye.

Dewletên erebî êrîş şermezar kirin, berpirsekî Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî êrîş şermezar kir û got “Dijminahiyeke eşkere ye li dijî yekpareyiya axa Sûriyê” û her wiha diyar kir ku kiryar li dijî ewlehî û aştiya herêmî ye.

Her wiha Lubnan, Iraq, Îmarat, Behreyn, Sûriye û Kiwêtê jî êrîş şermezar kirin, Misrê jî doza civîneke awarte li komcivîna Ereban kir ku tê payîn civîn roja şemiyê li dar bikeve.

Li aliyekî din dewletên Ewropayê ji Konseya Ewlehiyê xwest civîneke awarte roja pêncşemê li dar bixe û êrîşa Tirkiyê binirxîne.”

El-Ereb: Rûsya ji serencperestiya Tirkiyê ya bakurê Sûriyê razî ye

Rojnameyê nivîsî: “Moskov ji geşedanên li ser sînorên Sûriyê razî ye. Berovajî daxuyaniyên fermî, lê xuya ye ku Rûsya ji encamên tevgera leşkerî ya Tirkiyê ne tengav e. Ew dibîne ku sûdê ji guhertina helwestên Tirkiye, Amerîka û Kurdan bigire.”

Li gorî çavdêran, çavên Rûsyayê lê ye ku Amerîka bi tevahî ji Sûriyê derkeve û Trump karibe vebijêrka xwe ya vekişînê ferz bike.

Çavdêr dibêjin destê Rûsyayê hîna dirêj e li Sûriyê, ew tenê dikare serpereştiya çareya siyasî bike û aloziya vî welatî bi dawî bike.

Li gorî çavdêran tevgera Tirkiyê ya leşkerî dê ji stratejiya Rûsiyayê ya der barê Sûriyê dernekeve û dê pêvjoya Asîtanayê derbas neke.”

Çavdêr guman dikin ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de lihevhatinek heye ku Tirkiyê bikişînin serencperestiyeke leşkerî li bakurê Sûriyê.

El-Beyan: Li Iraqê şîn e û tê payîn ku hikumet guherînan pêk bîne

Rojnameyê nivîsî: “Iraqê duh ragihand ku sê rojan şînê bigirin, piştî ku nêzî 100 kesan di encama xwepêşandanan de hatin kuştin.

Serokwezîr Adil Abdilmehdî şeva çarşemê ji iraqiyan re axivî û soz da ku “lêpirsînên berfireh” pêk bîne, alîkariya diravî bide malbatên “şehîdan” ji xwepêşandêran û endamên hêzên ewlehiyê ku rojên derbasbûyî hatin kuştin.”

Şerq El-Awsat: Bîn Selman û Pompeo gefên Îranê dinirxînin

Rojnameyê wiha nivîsand: “Mîr Xalil bi Selman cîgirê wezîrê Siûdiyê û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, duh li Washingtonê, gefên Îranê li dijî herêmê gotûbêj kirin, her wiha têkiliyên her du welatan jî nirxandin.”