Joseph Votel têkildarî biryara DYA’yê ya vekişînê hişyarî da

Fermandarê giştî yê berê yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Joseph Votel der barê xetereyên hiştina DYA’yê ya QSD’ê û êrîşa muhtemel a dewleta Tirk li dijî herêmê de hişyarî da.

Joseph Votel têkildarî biryara DYA’yê ya vekişînê hişyarî da
9 cotmeh, 2019   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê berê yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel di gotareke xwe ya kovara "The Atlantic" a Amerîkayê de îşaret bi biryara siyasî ya ji nişka ve ya hiştina "hevalbendên Kurd" di vê dema hesas de kir. Joseph Votel got biryara ku hatiye dayîn, bêyî şêwireya bi hevalbendên DYA’yê yan jî mezinên fermandarên leşkerî yên DYA’yê re ye. Ew jî gefan li hevalbendên pêşerojê dixwe ku di vê demê de pêdiviya wan pê heye.  

Votel wiha domand: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yek ji serkeftîtirîn hevalbendan hebû. DAIŞ’ê Sûriye ji xwe re wek cihê pêkanîna çalakiyan hem li Iraq û hem jî li cîhanê, bi kar dianî. Li rexê jî endamên biyanî li gel wan hebûn û perwerde dikirin. Diviyabû şerê DAIŞ’ê bi lezgîn û aktîf pêk bînin. Ev jî bi komeke biçûk a ji YPG’ê ya bi tenê bi sînorê Tirkiyê ve girêdayî ye û ji bo jiyana xwe û jiyana gelê xwe li dijî DAIŞ’ê li Kobana Sûriyê sala 2014’an şer kir.

Me gelek bijarteyên dîtir destpêkê pêk anîn. DYA’yê di destpêkê de hevkarî bi komeke Sûriyê "muitedel" anku wekhev re xebat kir. Her wiha 500 milyon dolar di bernameya perwerde û amadekirina pêkanînan di şerê DAIŞ’ê de li Sûriyê xerc kir. Ev hewldan bi bin ket. Tenê hêzeke biçûk li başurê rojhilatê Sûriyê li nêzî baregeha Tinifê ya Amerîkayê ma. Wê jî wek stasyona leşkerî ya Amerîkayê ya şerkirina li dijî DAIŞ’ê dest pê kir û hê jî heta niha mîna mertal li dijî Îranê ye. Ji lew re me berê xwe da dewleta Tirk mîna bedîlekê. Lê Pantagonê da zanîn ku hêza ku dewleta Tirk perwerde kiriye, têrê nake û dê pêdivî bi 10 hezaran ji hêzên Amerîkayê da ku vî şerî gur bike, heye. Bi tunebûna geşkirineke giştî ya şerê bejahî yê berfireh ê ji DYA’yê re, neçar man ku li cihekî û bijarteyeke dîtir bigerin."

Joseph Votel îşaret pê kir ku destpêkê bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re li baregeheke li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Gulana 2016’an de rûniştiye û got: “Eşkere bû ku Mezlûm Ebdî û leşkerên wî, li gel wan aliyên stratejîk ên hemleya li dijî DAIŞ’ê hebû û astengiyên şerkirina bi dijminê hovane re dizanîn. Wî xetereyên demdirêj ên şerê navxweyî yê li Sûriyê zanibû. Lê dît ku gefa herî xeternak li dijî gelê wî, DAIŞ e. Piştî destpêkeke tevlihev li Sûriyê, me li dawiyê hevalbendeke guncaw ku karê alîkariya me di têkbirina DAIŞ’ê de bike û bêyî bikeve nakokiyan û şer li dijî rejîma Beşar El-Esed bike, dît.”

(fr)