Trump: Em kurdan naterikînin

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku ew kurdan naterikînin û têkiliya xwe ya bi wan re qut nakin. Trump diyar kir ku wê di 13’ê Mijdarê de bi Erdogan re bicive.

Trump: Em kurdan naterikînin
8 cotmeh, 2019   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Trump li ser twitterê dîsa daxuyaniyek da û got ku “Em Sûriyeyê diterikînin lê bi tu awayî em  mirovên hêja û şervanên Kurd ên xurt naterikînin.”

Trump diyar kir ku ew alîkariyeke fînansî jî didin kurdan.

Trump diyar kir ku wê di 13’ê Mijdarê de li DYA’yê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.