Hikumeta Iraqê: Rewşa welêt aram bûye

Hikumeta Iraqê îro ragihand ku rewşa li welat vegeriya aramiya xwe.

Hikumeta Iraqê: Rewşa welêt aram bûye
8 cotmeh, 2019   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmihdî got ku rewşa li welêt vegeriya aramiya xwe û diyar kir ku hikumet di derxistina biryarên daxwazên rewa yên xwepêşandêran re dewam dike.

Hikumeta Iraqê îro vekirina herêma kesk li navenda Bexdayê piştî destpêkirina pêkanîna daxwazên xwepêşandêran, ragihand.

Li gorî ajansa "Wai" a fermî ku ev gav piştî serkeftina danûstandinên ji bo agirbesta rewşa di navber buroya serokwezîr û xwepêşandêran pêk hat.

Li zêdetirî 10 parêzgehên Iraqê ji roja sêşema yekê Cotmehê, xwepêşandêrên mezin li dijî hikûmeta Adil Ebdilmihdî  dest pê kirin.

Di xwepêşandanan de zêdetirî 110 kes mirin û nêzî 6 hezar kes birîndar bû.

(jo)