Gaziyên şer berê xwe didin navenda NY`ê

Bi dirûşmeya "Em gaziyên şer Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne" niha bi sedan birîndarên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan navenda NY`ê ya li bajarê Qamişlo, da ku gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin.

Gaziyên şer berê xwe didin navenda NY`ê
Gaziyên şer berê xwe didin navenda NY`ê
Gaziyên şer berê xwe didin navenda NY`ê
Gaziyên şer berê xwe didin navenda NY`ê
8 cotmeh, 2019   08:52
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, îro sedan gaziyên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya stada 12`ê Adarê li bajarê Qamişlo kom bûn û berê xwe dan navenda NY`ê ji bo gefên serokkomarê Tirkiyê şermezar bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd û zêdetirî 22 hezar birîndar dan, ji wan zêdetirî 5 hezar kes ku astengdar in.

Birîndar in şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alên QSD, YPG, YPJ û Meclisa Leşkerî ya Sûryanî hildan, her wiha pankarta li ser nivîsa bi hersê zimanan kurdî, erebî û sûryanî "Em gaziyên şer Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne" hildan.

Her wiha birîndarên şer dirûşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê berz kirin û anîn ziman ku ji bo wefedariya welat û hemû mirovahiyê wan parçeyan laşê dan û divê civaka navneteweyî ji bêdengiya xwe derkeve û helwesteke cidî beramberî gefên Erdogan bigirin.

Tê payîn ku gaziyên şer daxuyaniyekê ji raya giştî re der barê gefên Tirkiyê bidin.

(jo)

ANHA