‘Mekanîzmaya komîteya destûrê dê welêt parçe bike’

Welatiyan metirsiyên xwe têkildarî mekanîzmaya komîteya destûrê anîn ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê hate dûrxistin û ji ber vê yekê welêt parçe bike.

‘Mekanîzmaya komîteya destûrê dê welêt parçe bike’
8 cotmeh, 2019   04:35
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Hîna bertekên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî mekanîzmaya avakirina komîteya destûrê bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser didome.

Der barê mijarê de şêniyên bajarê Dirbêsiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku çarenûsa komîteya destûrê binketin e, ji ber ku Rêveberiya Xweser tê de ne beşdar e.

Welatiya bi navê Cîhan Mihemed daxwaz ji aliyên peywendîdar ên di forma destûra Sûriyê de kir ku ji bo yekbûna xaka Sûriyê bixebitin û wiha got: "Nebeşdarkirina Rêveberiya Xweser di komîteya destûrê de binpêkirineke mezin e li hember welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Cîhan bang li aliyan kir ku xwe berpirsyarên komîteya forma destûra Sûriyê bibînin û wiha got: "Divê nasname kesên ku bang li wan hatin kirin ku beşdarî komîteyê bibin, nas bikin û divê bê zanîn ku ew sedema rûxandin û xerabûna Sûriyê bûn, ew sedema kuştina bi hezaran gelê Sûriyê bûn."

Her wiha şêniyê bi navê Ehmed Mehmûd jî axivî û wiha got: "Gelê Sûriyê yê herî mafdar e ku di nivîsa destûra Sûriyê ya nû de beşdar be, ji ber vê yekê pêwîst nake ku destwerdanên ji derve çêbin, ew her tim li berjewendiyên xwe digerin. Me pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina yekbûna xaka Sûriyê gelek xwîn rijand."

Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî:  "Ji destpêka aloziya Sûriyê me gelek azar dîtin, me berfirehiyeke mezin ji çeteyên DAIŞ`ê û komên çekdar rizgar kir, ji ber vê yekê em ji NY`yê hêvî dikin ku careke din li komîteya destûrê binêre û biryarên girêdayî Sûriyê û parastina xaka Sûriyê de bigire."

Mihemed Ebdulqadir mixabiniya xwe ji dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrê anî ziman û wiha got: "Li vir herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piranî şêniyên gelê Sûriyê lê dijîn û ji bo parastina xaka Sûriyê şehîd dan."

Ebdulqadir tekez kir ku destûra ku ew beşdar nebin, qebûl nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber nebeşdarbûna nûnerên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê wateya parçebûna xaka Sûriyê, em jî ji destpêkê de şerê ji bo yekbûna xaka Sûriyê dikin."

(jo)

ANHA