Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonê

Wezareta Parastinê ya DYA’yê diyar kir ku ew ê piştgiriyê nedin operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonê
7 cotmeh, 2019   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Parastinê ya DYA’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Heke operasyonek pêk were wê Pentagon piştgiriyê nede vê operasyonê, gavên yekalî ji bo Tirkiyeyê bi rîsk e û wê Tirkiye bibe berpirsê bi hezaran endamên DAIŞ’ê.

Serokê Wezareta Parastinê ji Tirkiyeyê re bi eşkere got,"Em piştgiriyê nadin operasyona dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê.  Hêzên çekdar ên DYA’yê wê piştgiriyê nedin operasyoneke bi vî rengî û wê tevlî nav vê operasyonê nebin.

Di hevdîtinên bi artêşa Tirk re, me her dem qala vî tiştî kir, pêkanîna ewlekariya li vê herêmê koordînasyon û hevkarî ye. Me ji Tirkiyeyê re qala hin rîskan kir. Ji bo ku em encamên van rîskan ên ku ew ê bibin sedema bêîstîkrariyê ragihînin Tirkiyeyê em ê bi NATO û hevkarên xwe yên koalîsyonê re bixebitin.”