‘Heger Erdogan gefên xwe bi cih bîne dê encamên wê pir giran bin‘

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan hişyariya xeteriyên gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: "Heger Erdogan gef û sozên xwe yên rojane pêk bîne dê herêmê bikeve navbera pêtek agir û belavbûna aloziyê de, encamên wê pir giran be û zehmet be ku were kontrolkirin."

‘Heger Erdogan gefên xwe bi cih bîne dê encamên wê pir giran bin‘
6 cotmeh, 2019   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan de ev tişt hate gotin:

"Ewlehî û aramiya ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin bangê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk anîne êdî ji her kesî re xuya ye. Ev hemû encamên hezkirin û hevgirtina hemû pêkhate û beşên civakê ye, di heman demê de encamên berxwedana wan a bêhempa ya li dijî rêxistinên herî terorîst ên DAIS û mîna wê ne. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarîbûn xwe ji şerê li herêmê dûr bixe. Rêveberiya Xweser dikarî bi sedhezaran koçber û kesên ji ber şerê navxweyî reviyane bihewîne û bi wan re xwarin, vexwarin, cil û cih parve bike, her wiha bi deh hezaran penaberên dewleta cîran a Iraqê hembêz bike.

Em dikarin bêjin ku pêla herî mezin û xeter a koçberkirina ber bi herêmên Rêveberiya Xweser di heyamên serkeftinên leşkerî yên li dijî dewleta xîlafetê bû.

Her wiha şerê li Baxozê ya bi alîkariya Koalîsyona Navadewletî re ku bû xaleke girîng di aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn de.

Di encama vî şerî de bi hezaran çekdar, malbatên wan ji zarok û jin xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirin û li kampa Holê hatin bicihkirin ku mezintirîn kamp li Rojhilata Navîn e û ya herî xeter di cîhanê de ye. Li gorî serjimariyên fermî yên dawî 71 hezar û 658 koçber û penaber ji zêdeyî 60 dewletan di kampê de hene.

- Jê 3 hezar û 890 koçberên Îraqê ne, di nava 8 hezar û 758 malbatî de ne.

-30 hezar û 314 koçberên Sûriyê, di nava 8 hezar û 906 malbatan sûrî de ne.

10 hezar û 454 mihacîr ji dewletên cuda yên cîhanê ji 3 hezar û 295 malbatên rêxistina terorîst pêk tê. Xeteriya van malbatan ji xeteriya bi hezaran endamên rêxistinê li navendên girtinê yên Hêzên Sûriye Demokratîk ne kêmtir e. Ew jî barên Rêveberiya Xweser ên madî û ewlehî zêde dikin.

Ev kamp li gorî şopdarên karûbarên mirovahî û koçberiyê wek bermîlek ji qurşînê ye. li gel gefên Tikriyê yên êrîşkirina herêmê yên domdar bi hincetên nerast ku ji rastiyê dûr in, rojane bûyerên kuştin, qetilkirina bi kêrê û şewitandina koçber û penaberan lê rû didin. Tevî ku rêxistinên mirovî, aliyê ewlehiyê û rêveberî yên ku çavdêriya kampê dikin tehdîd dikin û hewl didin ji kampê berevin. Li rex wê jî jinên DAIŞ`ê xwe di nav kampê de bi rêxistin dikin, fikrê tundrew di nav zarokên biçûk de belav dikin. Ev isbat dike ku girêdanek xurt di navbera wan bûyeran de û gefên AKP`ê li ser zimanê serokê wê Erdogan heye.

Eger Erdogan çesaret kir û gefên xwe pêk bîne herêm dê di nav pêtên agirê û belavkirina tevliheviyê de be. Dê dijwar be ku encamên wê werin kontorlkirin.

DAIŞ`ê dê xwe careke din bi rêxistin bike û dest bi qonaxeke nû ji kuştin, tundrewî û tevliheviya giştî bike, wê sînorên xwe di erdnîgariyek diyar de nehêle lê belê dê li tevahiya erdnîgariyan belav bibe. Li hember vê dîmena xeter û ruxmî bangawaziyên Rêveberiya Xweser ji civaka navdewletî re ji bo ku berpirsyariyên xwe bînin cih, em careke din bangawaziya xwe ji aliyên têkildarî karûbarên Sûriyê re dubare dikin ku berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî bînin cih û hemwelatiyên xwe werbigirin. Erkên xwe yên madî û manewî li hember penaber û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser pêk bînin. Avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e da ku çeteyên DAIŞ`ê li gorî qanûnên navdewletî û rêgezên mafên mirovan werin darizandin."

(şx)

ANHA