‘Gelo destûra ku dewletek dagirker tevlî amadekirina wê dibe, gengaze ku bi serkeve?!!’

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Mistefa Ebdî got: “Ajandeyên ku tevlî amadekirina destûra sûrî bûne, destûr ji rengê wê yê sûrî derxistin û wê kirine bin xizmeta ajandeyên xwe.”

‘Gelo destûra ku dewletek dagirker tevlî amadekirina wê dibe, gengaze ku bi serkeve?!!’
6 cotmeh, 2019   08:11
KOBANÊ-DÎCLE EHMED-SEMÊR OSMAN

Bertekên herêmî û navdewletî li hember ragihandina avakirina komîteya destûrî ya ku tê payîn destûrek nû ji Sûriyê amade bike zêde dibin. Ji aliyekî din ve Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyê Demokratîk ên ku nûnertiya derdora 5 milyon sûrî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin dikin ji komîteyê hatine dûrxistin.

Di vî warî de ajansa me hevdîtinek bi endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Mistefa Ebdî re çêkir.

Ebdî dibêje ajandeyên derve destûra Sûriyê ji rengê wê yê sûrî derxistin û kirin bin xizmeta ajandeyên derve yên ku li berjewendiyê xwe li Sûriyê digerin.

Ebdî wiha domand: "Destûra ku em tev lê nabin nûnertiya me nake û em pê ne girêdayî ne. Eger destûr pêwîst be divê tevahiya gelê Sûriyê tev li amadekirina wê bibe. Tirkiyê û rejîma Sûriyê nûnerên xwe di komîteyê de belî kirin. Ew nûnertiya pêkhateyên gelê Sûriyê nakin. Ew kes bi berjewendiyên her du aliyan ve girêdayî ne."

Diyar e ku li ser qada Sûriyê lihevkirinek û nêzîkbûna nêrîn di navbera aliyên nakok de li ser mijara dûrxistina tecrubeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yanî Rêveberiya Xweser heye. Ev tişt di dûrxistina de vê rêveberiya ku nûnertiya zêdetirî 5 milyon sûrî dike ji komîteya destûrî û civînên Cinev, Astana û Soçiyê diyar dibe.

Ebdî got: “Bi milyonan kes ji gelê Sûriyê di bin sîwana rêveberiya demoktatîk de dijî. Ev rêveberî bi vîna gelê Sûriyê û tevlibûna tevahiya pêkhateyên wê gihaşt vê astê. Dewleta ku dewleta cîranê dagir dike û dixwaze çareseriyan ji pêşeroja wê deyne, helbet çareserî li gorî timayên dagirker in. Ne gengaze dagirkerek di tevahiya pêşniyaran de dagirkeriya xwe di ber çavan re derbas neke. Ebdî diyar kir ku dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser tê wateya dûrxistina zêdetirî 5 milyon kez ji amadekirina destûra welatê xwe. Ev jî isbat dike ku destûr dê ne rewa û demokratîk be.”

Ebdî pêwistiya ku destûr tevahiya pêkhateyên Sûriyê bihewîne tekez kir û ji bilî wê destûr dê ne rewa bimîne.

Ebdî diyar kir ku amadekirina destûrê bi vî teşeyî welêt bi parçebûnê re rû bi rû dihêle, nakokiyê di navbera gelan de zêde dike û aloziya Sûriyê kurtir dike.

Ebdî destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destûrekê bê muzeyîka vî gelî û pirrengiya wî ji Kurd, Çerkez, Ereb, Ermen, Suryan û tevahiya pêkaheteyên din qebûl nake.

Di dawiyê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Mistefa Ebdî got: “Aliyên ku li ser masaya amadekirina destûra sûrî dilîzin Rêveberiya Xweser bi cudaxwazan wesif dikin. Lê xuyaye ku ev destûr ji parçebûnê û zêdekirina nakokiyê di aloziyê de ne zêdetir e. Bi rêya van gavên ku rûniştina tevahiya pêkhateyên Sûriyê red dike dê welêt ber bi dawiyê yanî parçebûnê ve bibe.”

(şx/bm)

ANHA