Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku kujerê Mihemed Kemal Ehmed hatiye girtin û dê bê dadgehkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand
5 cotmeh, 2019   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê di 3’yê Cotmehê de kujerê ku Mihemed Kemal Ehmed kuştiye û Salih Şernax bi giranî birîndar kiriye, girt. Bûyer piştî şerê li taxa Memît a bajarê Kobanê yê herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de navê kujer eşkere nekir û diyar kir ku dê were  dadgehkirin.

(fr)