Malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê salvegera zarokên xwe bi bîr anî

Malbatên şehîdên ji Rojhilatê Kurdistanê salvegera zarokên xwe yên ku di şoreşa Rojava de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê salvegera zarokên xwe bi bîr anî
Malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê salvegera zarokên xwe bi bîr anî
Malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê salvegera zarokên xwe bi bîr anî
Malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê salvegera zarokên xwe bi bîr anî
Malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê salvegera zarokên xwe bi bîr anî
5 cotmeh, 2019   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên şehîd Yûsiv Babay (Diyako Îlma), Mihemedemîn Emîr (Hawarî Îlax), Ferîd Şukrî (Halkort Berfîn) ên ku tev li nava refên YPG û YPJ’ê bûne û piştre di hemleyên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbûn, di merasîma ku li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê li dar xistiye de, bi bîr anîn.

Di merasîmê de, malbatên şehîdên ji bajarên Sine û Îlam ên li Rojhilatê Kurdistanê beşdar bûn.

Merasîm bi axaftina dayika şehîd Hawarî Îlam, Zêneb dest pê kir. Zêneb tevahî şehîdên ku canê xwe di oxira rizgarkirina Rojava de ji qirêjiya terorê de daye, bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Şehîd Diyako Îlma, Hawarî Îlam û Helgurd Berfîn ji herêma Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ne. Piştî seferberiya ku rêber Abdullah Ocalan di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî kantona Kobanê ya 2015’an de ragihand, tev li nava refên YPG`ê bûn.

(fr)

ANHA