Li Akademiya Şehîd Nûcan dewreyeke din bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Nûcan a YPJ'ê dewreya ku bi navê şehîd Şîndar vebûbû, bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû.                                                                                

Li Akademiya Şehîd Nûcan dewreyeke din bi dawî bû
Li Akademiya Şehîd Nûcan dewreyeke din bi dawî bû
Li Akademiya Şehîd Nûcan dewreyeke din bi dawî bû
5 cotmeh, 2019   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê, li Akademiya Şehîd Nûcan a leşkerî li herêma Firatê dewreya xwe ya bi navê şehîd Şîndar, bi beşdariya gelek şervan û fermandarên YPJ'ê bi dawî kir. Fermandariya Akademiya Şehîd Nûcan bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Fermandariyê wiha daxuyand: “Li ser ax û gelê me xetereyên mezin û gefên dagirkeriyê hene. Kûrbûna li ser hêza xwe ya cewherî di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir ji bo me pêwîst e. Em bawer in hûn ê bi vê hêza ku we jê perwerdê girtî, hemû erkên xwe bi rengekî serkeftî bi cih bînin."                                                                                 

Piştî merasîm û sondxwarin bi dawî bû, şahiyek hate lidarxistin.

(kc)