Leşkerên Tirk û çeteyan li Efrînê dikandarek kuşt

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema ku dikandarê bi navê Ednan Reşîd nehişt dikana wî talan bikin, ew kuşt.

Leşkerên Tirk û çeteyan li Efrînê dikandarek kuşt
Leşkerên Tirk û çeteyan li Efrînê dikandarek kuşt
Leşkerên Tirk û çeteyan li Efrînê dikandarek kuşt
Leşkerên Tirk û çeteyan li Efrînê dikandarek kuşt
4 cotmeh, 2019   12:09
EFRÎN

 

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê îro di saetên sibê de hewl da dikana welatiyê bi navê Ednan Reşîd talan bikin.

Dema ku Reşîd dît leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dikana wî ya li navenda kantona Efrînê talan bikin, wî jî hewl da wan vegerîne.

Çavkaniyan destnîşan kir ku leşkerên Tirk û çeteyan gule berî wî dan û ew kuştin.

Dewleta Tirk a dagirekr 18`ê Adara 2018`an kantona Efrînê dagir kiribû û ji wê demê ve rojane li kantona Efrînê bûyerên kuştin, tecawiz û revandinê pêk tên.

(bx)

ANHA