Bîlançoya xwepêşandanên Iraqê giran dibe

Hejmara kesên ku di xwepêşandanên li Iraqê de hatine kuştin gihîşt 29 kesî.

Bîlançoya xwepêşandanên Iraqê giran dibe
3 cotmeh, 2019   18:00
NAVEDNA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Skynewsê ku agahiyên xwe spartina çavkaniyên Tenduristiyê, ji destpêka xwepêşandarên Iraqê ve ku roja sêşema borî dest pê kirin 29 kes hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.

Li gel biryara qedexeya çûn û hatinê hejmareke mezin a xwepêşandêran li qadên Tehrîr û Teyeran ên Bexdayê li kom bûn, ji ber vê hejmara mezin hêzên ewlehiyê neçar man vekişin.

Xwepêşandarên banga hilweşandina rejîmê kirin û Îran şermezar kirin.

Buroya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî got " Adil Ebdulmehdî ji aramkirinê û pêkanîna daxwazên gel rewşê dişopîne."