HRE: Li herêma Efrînê rêzeçalakiyên bibandor

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku li herêma Efrînê hêzên wan rêzeçalakiyên bibandor li dar xistine.

HRE: Li herêma Efrînê rêzeçalakiyên bibandor
29 îlon, 2019   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên li herêma Efrîn û derdora wê de hêzên me di dîroka di navbera 27- 28 Îlonê de li dijî baregeh û tevgera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şera û Şêrawa rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin. Di rêzeçalakiyan de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û hejmarek ji baregeh û erebeyên wan ên leşkerî rûxandin.

Di dîroka 27`ê Îlonê de hêzên me bi çalakiyeke sekvaniyê çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Ebnakê yê girêdayî navçeya Şera kir armanc, di çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Di dîroka 28`ê Îlonê de hêzên me bi rêzeçalakiyên hemwext baregeh û tevgera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li çend gundên navçeya Şêrawa kirin armanc û derbên giran li çeteyan dan, encamên wan çalakiyan wiha ne:

Li herêma di navbera gundê Kefer Nebo û Birc Heyder, hêzên me êrîş birin ser navend û çeperên çeteyan, di encamê de şerê rû bi rû rûda û nêzî 15 deqeyan berdewam kir. Di şer de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, her wiha 2 erebeyên leşkerî ên çeteyan jî derb xwarin.

Li herêma di navbera gundê Berad û Kefer Nebo de hêzên me bi çalakiyeke bibandor baregeheke çeteyan kir armanc, di çalakiyê de ew baregeh hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin.

Di çalakiyeke cuda de, sekvanên me kombûna çeteyan li (gundê Mezin) kir armanc û çeteyek kuşt.

Di navbera 26-28`ê Îlonê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên bi çekên hewan û obusan li ser heremên sivîlan ên li gundên Şehba (Semûqa – Til Medîq – derdora bendava Şehbayê) berdewam kirin, di topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û zeviyên gundiyan.”

(kc)