FESK'ê çalakiya li Edeneyê ya li dijî polîsan li xwe girt

FESK'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 25'ê Îlonê li navçeya Yuregîr a bajarê Edeneyê yê Tirkiyê li dijî polîsên rejîma faşîst a Tirk êrîşeke bombeyî pêk anîne.

FESK'ê çalakiya li Edeneyê ya li dijî polîsan li xwe girt
27 îlon, 2019   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Çekdar ên Xizan û Bindestan (MLKP-FESK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku “Rejîma şefê faşîst, di dijminatiya li kedkar û bindestan de ji faşîstên beriya xwe jî derbas bû.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku FESK'ê di 25'ê Îlona 2019'an saet di 07:20'an de li navçeya Yuregîr a bajarê Edeneyê yê Tirkiyê li dijî polîsên rejîma faşîst a Tirk êrîşeke bombeyî pêk anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîma şefê faşîst li Edeneyê bi rêk û pêk terorê li bindestan û xizanan dike, lewma çalakiya wan a li Edeneyê ew xistine nava panîkê.

Her wiha hate destnîşankirin ku çalakiya wan bersiva çîna karkeran û bindestan a li dijî faşîzmê ye û di şexsê Baran Serhat, Diyar Xerîb, Taylan Kûtlar û Hidir Çalli de hewldanek ji bo hesabpirsîna hevrêyên wan ên şehîd e.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di têkoşîna li dijî faşîzm û mêtingeriyê de gerîlayên bajêr wê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî her pêk bînin.”