Kongreya Star ji bo pênasekirina hemleya xwe belavok belav kirin

Kongreya Star di çarçoveya hemleya xwe de bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin` belavok li ser şêniyan belav kirin.

Kongreya Star ji bo pênasekirina hemleya xwe belavok belav kirin
Kongreya Star ji bo pênasekirina hemleya xwe belavok belav kirin
Kongreya Star ji bo pênasekirina hemleya xwe belavok belav kirin
19 îlon, 2019   14:47
QAMIŞLO

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de ya bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirker û DAIŞ`ê tune bikin` jinan belavok li şêniyan û xwediyên dikanan belav kirin da ku hemleya xwe bidin naskirin.

Jinên meclisên navçeyên Rojhilat û Rojava, Rêxistina Kongreya Star, endamên jin ên Partiya Yekîtiya Demokratîk û karmendên jin ên saziyên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Jinan bi cilên xwe yên gelêrî û di destê wan de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û def  li ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo kom bûn.

Di belavokan de kurtepênaskirina hemleyê û wêneyên hindek çalakiyên ku Kongreya Star di çarçoveya hemleya xwe de li dar xistiye, hatin nivisîn.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Kongreya Star a bajarê Qamişlo Minîce Heyder got: "Em daketin kolan û qadên Qamişlo da ku belavokên pênasekirina hemleya xwe li ser şêniyan belav bikin. Hemleya me ji şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em ji wan re dibêjin hûn bi gefên xwe nikarin vîna gelê me bişkînin bi taybet jinên ku ji bo ku gelên herêmê di nav ewlehî û aştiyê de bin canê xwe kirine qurban."

Kongreya Star ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8`ê Tebaxê de dest bi hemleya xwe kir.

(şx)

ANHA