Li Dêrikê semînera “Tenduristî çand e”

Meclisa navçeya Dêrikê bi koordîneya Weqfa Jinan, Şaredariya Gel, Heyva Sor a Kurd û Akademiya Tenduristiyê ya Rojava, semînerek der barê girîngiya paqijiyê di parastina civakeke tenduristî de, da.

Li Dêrikê semînera “Tenduristî çand e”
Li Dêrikê semînera “Tenduristî çand e”
Li Dêrikê semînera “Tenduristî çand e”
Li Dêrikê semînera “Tenduristî çand e”
9 îlon, 2019   11:16
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê û hevserokên saziyên civaka sivîl beşdarî semînera “Tenduristî çand e” bûn.

Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Dîjle pêk hat.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Ehmed Şêxmûs, hevserokê Meclisa Dêrikê Sahib Osman, hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto, ji rêveberên Weqfa Jinan Tirkiya Ehmed û endama Akademiya Tenduristiyê ya Rojava de Zendan Yixêt semîner dan.

Kesên semîner dan, der barê kirs û gelaşê de ku ji ber wê nexweşiyên xeternak di nava civakê de çêdibin, axivîn. Di nava axaftinan de, behsa girîngiya hişyarbûna civakê ji bo parastina paqijiya bajar û bajarokan, bi rêya semîneran û serdana gund, bajarok, belavkirina belavokan li gel kirin.

Kesên semîner dan, banga birêxistinkirina hemleyên hişyarbûnê di nav gel û xwendekarên dibistanan de kir da ku giştî bi erka xwe rabin ji bo parastina bajar û gundên xwe.

Piştî semîner bi dawî bû, deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin. Di dawiyê de, sînevîzyonek der barê qirêjbûna bajaran û çawaniya parastina wan de hate pêşandan.

(kc)

ANHA