Cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê Zinar li Şehbayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Elî Salih (Zinar Canşêr) bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hate veşartin. Di merasîmê de şehadeta  3 şervanan hate aşkerekirin.

Cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê Zinar li Şehbayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê Zinar li Şehbayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê Zinar li Şehbayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê Zinar li Şehbayê hate veşartin
1 îlon, 2019   19:51
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Elî Salih (Zinar Canşêr) ê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîb bûbû, ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirt û bi karwaneke erebeyan berî dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê.

Bi gihaştina karwan a goristanê re, şêniyan cenazeyê şehîd hilda ser milê xwe û di nava tilîliyan û dirûşmeyên silavkirina şehîdan de danî ser dika merasîmê.

Destpêkê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê nasnemaya 3 şervan ku li cih û demên cuda şehîd bûbûn, aşkere kir. Nasnameya şehîdan wiha ye; şervanên YPG’ê Mehmûd Qenber (Şahîn Dîrok), şervana YPJ’ê Leyla Neisan (Kurdistan Xemgîn) ên ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê şehîd bûbûn û Îlham Mistefa (Zîn Cûdî) a di nava têkoşîna rizgariya Kurdistanê de şehîd bibû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed û endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif, axivîn. Axêveran sersaxiya malbatên şêniyên Efrînê û yên şehîdan kirin. Her wiha  îşaret bi rola şehîdan a di mayîna agirê şoroşê û berxwedanê de heta serkeftin û rizgarkirina ji dagirkeran kirin.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Zinar di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên silavkirina şehîdan de spart axê.

(fr)

ANHA