Şêniyên Şedadê dest bi sererastkirina xaniyan kir

Şêniyên gundewarên navçeya Şedadê dest bi seyandin û sererastkirina xaniyên ji kelpîçan kir ku di encama baranê de ziyan dîtine.

Şêniyên Şedadê dest bi sererastkirina xaniyan kir
Şêniyên Şedadê dest bi sererastkirina xaniyan kir
Şêniyên Şedadê dest bi sererastkirina xaniyan kir
1 îlon, 2019   07:44
HESEKÊ

Piraniya şêniyên gundewarên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê malên xwe bi kelpîçan çêkirine. Ji ber ku lêçûna avakirina malên axî li gorî nirxên çîmento û hesin gelekî kêmtir e. Lê hewcedariya malên axî her sal bi seyandinê heye.

Di encama baran û lehiya zivistanê de ziyanên mezin gihîştin malên axî. Şêniyên navçeyê dest bi seyandin û sererastkirina xaniyan kir. Wekî gava yekem li banî pûş danîn, paşê jî naylon lê raxistin û ban tên seyandin.

Di gava duyemîn de jî dîwar tên seyandin û di dawiyê de tên boyaxkirin.

Şênî ji ber bilindbûna buhayê ka, pûş û barkirina ax û avê û heqdestê karkeran, zehmetiyan dikişînin.

Hisên El-Hilû yê ji gundewarên rojavayê navçeyê anî ziman ku lêçûna sererastkirina xaniyên axê pir giran  û ev wiha got: "Buhayê kîloyek pûş û ka 50 lîreyên Sûrî derbas kiriye, ev herdu made di çêkirina xaniyan de esasî ne û bêyî wan nabe."

El-Hilû her wiha destnîşan kir ku pêwîstiya bi axa guncaw a ji bo seyandinê û avê hişt ku xwendiyên alavên barkirinê jî kiriya barkirinê zêde bikin û got,  ji bo her barkirineke ava bîran qasî 25 bermîlan zêdeyî 6 hezar lîreyên Sûriyê distînin, her ax jî ji bo seyandinê nabe û kiriya alavên barkirinê jî buha ye, xwediyên kamyonên barkirinê ji bo her kamyoneke barkirina axê ya bi qasî 12 metreyan 8 hezar lîreyan distînin, ruxmî ku dirêjiya veguhestinê nêzîk e.

Hisên El-Hilû bi bîr xist ku barana îsal ziyanên mezin gihandin xaniyên axê, ji ber vê yekê pêwîst bi karkeran hebû, lê heqdestiya wan ji bilind e û got, rewşa madî ya şêniyan nabe alîkar ku xaniyên çîmento ava bikin ku keda sererastkirinê ya her sal bi dawî bibe.

(bb)

ANHA