Navenda Serdemê şanoya "Finasî" pêşkêş kir

Navenda Serdem a Hêzên Xweparastinê ya Herêma Cizîrê şanoya xwe ya "Finasî" li ser dika şanoyê ya Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, pêşkêş kir.

Navenda Serdemê şanoya "Finasî" pêşkêş kir
Navenda Serdemê şanoya "Finasî" pêşkêş kir
Navenda Serdemê şanoya "Finasî" pêşkêş kir
Navenda Serdemê şanoya "Finasî" pêşkêş kir
30 tebax, 2019   18:14
QAMIŞLO

Bi beşdariya bi dehan şêniyên Qamişlo û hezkiriyê şanoyê, Navenda Serdem a Çand û Hunerê ya girêdayî Hêzên Xweparastinê ya Herêma Cizîrê şanoyek bi navê"Finasî" li ser dikeya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, pêşkêş kir. Naveroka şanoyê, der barê girîngiya xweparastinê, pêwîstiya beşdariya tevahî gel di parastin û destkeftiyên xwe de, sekinandina li hember zilm û destpotîzmê, bilindkirina asta têkoşînê û piştgiriya Tebqa ya şoreşgerî de ye.

Nivîskarê şanoya "Finasî" Umer Yûsif e, derhênêr Mihemed Resûl e amadekar Idrîs Şêxmûs e.

Dê sibe roja şemiyê jî heman şano li Qamişlo bê pêşkêşkirin. Piştre li Rêmlan, Girkê Legê, Dêrik û Tirbespiyê werin pêkêşkirin.

(fr)

ANHA