Berxwedana li dijî qeyûmên dewleta Tirk didome

Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûman a bi tevlêbûna parlamenter, şaredarên HDP'ê û gel li Amed û Mêrdînê berdewam dike. Îro li Amedê bi sedan jin heta cihê çalakiya rûniştinê  meşiyan.

Berxwedana li dijî qeyûmên dewleta Tirk didome
30 tebax, 2019   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'ê ev 12 roj e didome. Çalakiya rûniştinê ya li ber Kolana Lîseyê didome.

Di çalakiyê de gelek wekîlên HDP'ê, rêveberên navend û navçeyan ên HDP'ê û DBP'ê hazir in. Îro hevşaredarên Êlihê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û sazî û meclisên jinan hazir bûn.

‘Hevserokatî xeta me ya xemrî ye’

Bi sedan jinan heta bi cihê çalakiya rûniştinê ya li ber Lîseya Ziya Gokalp bi dirûşma ''Jin jiyan azadî'' meşiyan, li pîpîkan xistin û lîlandin. Jinan pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekir, polîsan destûr neda. Her wiha polîsên Tirk nehişt ku nûçegihan dema meşê dîmenan bigirin.

Çalakî bi stran, dirûşm û lîlandinan didome.

Li Mêrdînê Dayikên Aştiyê jî tev li berxwedanê bûn

Li Mêrdînê li Parka Karayollari wekîlên HDP'ê, rêveberên HDP'ê, Dayikên Aştiyê yên ku ji Êlihê û Sêrtê hatin, dagirkeriya qeyûm şermezar kir.

Polîsan nehişt koma çalakger biçin cihê ku her roj lê çalakî dihate kirin, bi mertalên xwe peyarê dagir kirin. HDP'yiyan jî li dijî vê li cihê ku lê bûn, dest bi rûniştinê kir, ji ber vê polîsan bi paş ve gav avêt.

Polîsan nehiştin ku Dayikên Aştiyê û kedkarên cameweriyê yên ku piştre hatin, werin cihê çalakiyê. Li ser vê komê di cihê xwe de rûnişt. Piştî ku qad berfireh bû polîs vekişiyan, çalakî li cihê her roj berdewam kir.

Wekîla Şirnexê ya HDP'ê Nûran Imîr got: ''Vîna gel, pergala me ya hevseroktiyê xeta me ya xemrî ye. Kesek nikare vîna me desteser bike. Nikare têkoşîna me bi paş ve bibe'' û diyar kir heta ku qeyûm bi paş ve nekişînin ew ê têkoşînê bidomînin.

Li ser navê Dayikên Aştiyê ku ji Êlih û Sêrtê hatin Sultan Ozsayan axivî û got: ''Em naxwazin kesek bimire, em aştiyê dixwazin. Mirin ne çare ye. Em dayikên leşker, gerîla û polîsan in.''

Her wiha Dayika Aştiyê Halîme Kaya jî axivî û got: ''Em qeyûm qebûl nakin. Çima ji bo 4 mehan hilbijarin kirin? Bila diziya xwe, bertîlên xwe bidomandana. ''

Piştî daxuyaniyan çalakger heta ber avahiya bajêr a HDP'ê meşiyan.