Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka qirêjbûna avê

Ji ber ku ava şor derbasî nav ava bîrekê ji bîrên stasyona El-Iheymir bûye, ava 12 gundên bajarokê Cezaa yê girêdayî navçeya Til Hemîsê qirêj bûye. Tevî wê jî ava 3 bîrên din jî qirêj bûne û ava stasyonê ji xizmetê derketiye. Şaredariya navçeya Til Hemîsê hewl dide komîteyekê ji endezyar û pisporên jiyolohjî ava bike, da ku serdana stasyonê bike û pirsgirêkê bizane.

Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka qirêjbûna avê
Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka qirêjbûna avê
Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka qirêjbûna avê
Li navçeya Til Hemîsê pirsgirêka qirêjbûna avê
29 tebax, 2019   07:16
QAMIŞLO

Ji ber ku ava şor tevlî nav ava bîrek a stasyona El-Iheymir û sê bîrên din bûye, êdî ava bîran nayê bikaranîn û 12 gundên bajarokê Cezaayê bê av mane.

Stasyona El-Iheymir bi 7 km ji navenda bajarokê Cezaa dûr e. Bi xwe ji 4 bîran pêk tê û av dighîne van gundan; El-Iheymir, Mezrat El-Iheymir, Sefwat, Mezrat Hinwe, Zerqaa, Mezari Zerqaa, Zubeyde, Bikariye tevî bajarokê Cezaa, Cedîde û Filistîn Şerqiye.

Endamê Komîteya Xebatan a Meclisa bajarokê Cezaa Ebdulselam El-Yusif got: “Sedema vê bûyerê ew e ku ava bîrekî şor tevlî ava sê  bîrên din bûye. Dema çeteyan herêm dagir kiribûn alavên stasyona El-Iheymir talan kirinbûn. Ji ber stasyon çend sal in nexebite, lewra bû sedema ku ava bîrekî ji stasyonê şor bibe û ava wê tevlî nav ava sê bîrên din bibe."

El-Yusif destnîşan kir ku Desteya Herêmî û Şaredariyan a herêma Cizîrê hewl daye pirsgirêkê çareser bike û wiha domand: "Desteya Herêmî û Şaredariyan a herêma Cizîrê bîrek nû ji bo ku avê bide stasyonê kola. Ava wê dihat vexwarin. Lê piştî demekê ava bîrê şor bû û tevlî nav ava bîrên din bû. Ji ber wê pirsgiêk derket." El-Ysif pêşniyar kir ku bîra ku ava wê şor e were xitimandin.

Komîteya Avê ya bajarokê Cezaa diyar kir ku wê daxwaznameyek girêdayî stasyona El-Iheymir ji Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê re rêkiriye. Komîteyê tekez kir ku Şaredariya navçeyê hewl dide komîteyek ji endezyar û pisporên jeoyalojî ava bike da ku stasyon û bîra ku ava şûr derbasî bîrên din dike keşif bike. Li gorî rapora komîteyê dê girtekên pêwîst bêne girtin.

Eger pirsgirêka bîra ava şor çareser bû, wê demê pirsgirêka 6 hezar şêniyên 12 gundên bajarokê Cezaa wê çareser bibe.

(şx/bm)

ANHA