Balafirên keşfê li asîmanê Şêrawa digerin

Di van kêliyan de balafirên keşfê li ser asîmanê navçeya Şêrawa ya Efrînê digerin.

Balafirên keşfê li asîmanê Şêrawa digerin
28 tebax, 2019   11:22
EFRÎN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku ji beriya nîv saetê ve balafirên keşfê li ser asîmanê gundên navçeyê digerin.

Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dem bi dem gundên navçeya Şêrawa û Şera bi top û çekên giran topbaran dike. Di encama wê de sivîl birîndar bûn û zirar gihîştin mal û milkên wan. Herî dawî jî 25`ê Tebaxê gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa bi 15 topan hat topbarankirin.

(bx)

ANHA