Şerekî giran di navbera komên çete yên li Efrînê de rû dide

Îro sibehê şerekî giran di navbera komên çete yên artêşa Tirk a dagirker de li navenda bajarê Efrînê rû da.

Şerekî giran di navbera komên çete yên li Efrînê de rû dide
26 tebax, 2019   09:27
ŞEHBA

Ji seatên sibehê ve bi çekên sivik li navenda Efrînê şer di navbera koman de didome.

Li aliyekî din, polîsên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li taxa Eşrefiyê ya Efrînê dest bi girtina komek ji çeteyên Zinkî yên nû tev li çeteyên Cebhe El-Şamiyê bûne, kiriye.

Di şer de, polîsên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hemû rêyên li navenda Efrînê ji taxa Mehmûdiyê heta taxa Eşrefiyê û daketina Efrînê li aliyê navçeya Cindirêsê girtin.

Şer di navbera çeteyên Tirkiyê de dewam dike.

(jo)

ANHA