Jinan li Dêrazorê konê çalakiyê veda

Rêveberiya Jinan a herêmên Dêrazorê di bin diruşma "Yekîtiya me serkeftin e, berxwedan parastin e û na ji dagirkeriya Tirkiyê re" konê çalakiyê vegirt.

Jinan li Dêrazorê konê çalakiyê veda
Jinan li Dêrazorê konê çalakiyê veda
Jinan li Dêrazorê konê çalakiyê veda
Jinan li Dêrazorê konê çalakiyê veda
Jinan li Dêrazorê konê çalakiyê veda
25 tebax, 2019   13:58
DÊRAZOR

Di çarçoveya hemleya ku Rêveberiya Jinan a herêmên rizgarkirî (Dêrazor, Reqa, Tebqa û Minbic) bi diruşma "Yekîtiya me serkeftin e, berxwedan parastin e û na ji dagirkeriya Tirkiyê re" ku di 23’yê Tîrmehê de dest pê kiriye, îro konê çalakiyê li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê vegirt.

Bi dehan endamên komîte, saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Dêrazorê, Jinên Ciwan, Buroya Rêxistina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Dêrazorê di bin konê çalakiya ku dê 2 rojan bidome, beşdar bûn.

Di bin kon de endama Meclisa Rêveber a herêma Dêrazorê Leyla Hesen, bi navê Meclisa Qanûnsaz a herêma Dêrazorê Melak Ribah, bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqayê Wela Casim, bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Cemal, bi navê meclisên xetên rojava û rojhilatê Dêrazorê Etab Ehmed, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cewahir Mehmûd axivîn. Axêveran gefên dewleta dagirker a Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ku destwerdana Tirkiyê bi her awayî red dikin. Her wiha tekez kirin dê çalakiyên xwe heta pêkanîna serkeftinê bidomînin.

(fr)

ANHA