Di dibistanên Minbicê de pergala hevserokatiyê

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê  bi armanca pêkanîna sîstema hevserokatiyê di dibistanan de 250 rêveberên dibistanan ji bo vî erkê perwerde kirin.

Di dibistanên Minbicê de pergala hevserokatiyê
Di dibistanên Minbicê de pergala hevserokatiyê
Di dibistanên Minbicê de pergala hevserokatiyê
Di dibistanên Minbicê de pergala hevserokatiyê
Di dibistanên Minbicê de pergala hevserokatiyê
Di dibistanên Minbicê de pergala hevserokatiyê
22 tebax, 2019   17:50
MINBIC

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê û gundewarê wê bi armanca ku sîstema hevserokatiyê di dibistanên bajêr û gundewarên wê de bide rûniştandin 250 nûnerên dibistanan ji bo vî erkî tevlî dewreyeke perwerdeyê kiribûn. Dewreya perwerdeyê 5 rojên, her rojekê 4 saetan dom dikir.

Dewreya perwerdeyê îro bi dawî bûn.

Girêdayê mijarê koordînatorê giştî yê dewreya nûnerên dibistanên Minbicê û gundewarê wê mamoste Hesen El-Ebdullah got: "Piştî bidawîbûna sala perwerdeyê ya 2019`an, me dest bi vekirina dewreyan ji mamsoteyên refan re kir. Piştî wê me dewreyên taybet ji bo rêveberên dibistanên Minbicê û gundewarê wê vekir. Di dewreyê de 5 ref hebûn. Di her yekê de 40 rêveber hebûn."

Têkildarî perwerdeya ku rêveberan dîtine El-Ebdullah got: "Rêveber perwerdeyên xwe li ser karê rêvebertî li gorî 5 beşên zanistî dîtin. A yekê erkên rêveber, şêwazên rêvebertiyê, hunera têghiştinê û belgeyên îdarî û malî."

El-Ebdullah di dawiyê de armanca dewreyê diyar kir û got: "Armanca sereke bilindkirina asta rêveberan e heta ku karibe bi awayekî baş erkên xwe binin cih."

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê plana xwe yên perwerdekirina mamoste û rêveberan berdewam dike.

(şx)

ANHA