‘Serdema Vegerê’ berxwedana efrîniyan nîşan dide

Desteya Çand û Hunerê şaxê herêma Efrînê li kantona Şehbayê klîbeke nû bi navê "Serdema Vegerê" çêkir. Klîb berxwedana şêniyên Efrînê yên li Kampa Veger nîşan dide.

‘Serdema Vegerê’ berxwedana efrîniyan nîşan dide
‘Serdema Vegerê’ berxwedana efrîniyan nîşan dide
‘Serdema Vegerê’ berxwedana efrîniyan nîşan dide
‘Serdema Vegerê’ berxwedana efrîniyan nîşan dide
‘Serdema Vegerê’ berxwedana efrîniyan nîşan dide
18 tebax, 2019   07:59
ŞEHBA

Desteya Çand û Hunerê tevî zor û zehmetiyan klîba bi navê "Serdema Vegerê" ku xîtabî berxwedana şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dike, derxist.

Klîb bi beşdariya Yekitiya Rewşenbîran, mamosteyên zimanê kurdî, hunermendên ji Efrînê, cotkar û desteka şêniyan hate tomarkirin.

Hunermed û endamê Navenda Çand û Hunerê Rêzan Bekir piştî hevkariya bi koma muzîkê re gotinên stranê amade kirin. Amadekarî nêzî meh û nîvekê dirêj kir û tê payîn ku Desteya Çand û Hunerê û komên muzîkê di rojên pêş de 2 klîbên nû derxin.

Têkildarî mijarê endamê Navenda Çand û Hunerê Rêzan Bekir ji ajansa me re axivî û îşaret bi kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 18`ê Adarê de li ser kantona Efrînê  pêk anîn û şênî bi dare zorê ji malên wan derxistin, kir.

Rêzan Bekir wiha got: "Şêniyên Efînê gelek êş û azar dîtin, di heman demê de xwe ji nû ve zindî kirin û me jî wek Desteya Çand û Hunerê klîba bi navê Serdema Vegerê tomar kir.”

(eh)

ANHA