Parêzeran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn

Îro parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi muwekilê xwe re di  girtîgeha Îmraliyê de hevdîtin pêk anîn.

Parêzeran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn
7 tebax, 2019   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku parêzeran li ser malperê xwe ya Tiwîterê ya girêdayî Buroya Serdemê ya Hiqûqî weşandine, îro parêzer Newroz Oysal û Rêzan Sarca hevdîtin bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîne.

Lê buroyê û parêzeran tu deteyên hevdîtinê heta niha parve nekirine. (şx)

ANHA