Çalakiya mertalên zindî bi hemû hêza xwe didome

Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên kantona Girê Spî ya li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 20‘an de ye.

Çalakiya mertalên zindî bi hemû hêza xwe didome
Çalakiya mertalên zindî bi hemû hêza xwe didome
Çalakiya mertalên zindî bi hemû hêza xwe didome
Çalakiya mertalên zindî bi hemû hêza xwe didome
6 tebax, 2019   14:33
GIRÊ SPÎ

Ji bin konê çalakiyê de ku li taxa Minbetêh a li hember sînorê Sûriyê-Tirkiyê hatiye vedan, şêniyên kantona Girê Spê tekez kirin ew  ku gefên Tirkiyê red dikin.

Di çalakiyên mertalên zindî yên ku ji 18’ê mehê ve dest pê kirine û ketiye roja xwe ya 20’emîn, hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Curn Umer Kirdo got: "Ev kon di yek refê de me li hember dewleta dagirker a Tirk de li hev dicivîne. Em şêniyên kantoan Girê Spî ji dewleta Tirk a faşîst û tevahî cîhanê re dibêjin ku li gel hêzên ên herêmê diparêzin bi dil û can in."

Kirdo bal kişand ser ku dewleta dagirker a Tirk ne tenê gefan li hêzên leşkerî dixwe, lê belê hewl dide destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derbe bike û armanc dike ku dewleta Osmaniya Nû li herêmê ji nû ve vejîne.

Kirdo axaftina xwe wiha domand: "Heke hat xwestin dê li gel QSD’ê di yek xendeqê de li hember dewleta dagirker a Tirk bisekinin."

Di çalakiyên îro de  şêwekar "Pîkaso El-Ereb" tabloya hunerî ya wêneya Rêber Abdullah Ocalan û ya têkoşer Arjentînê Ernesto Che Guevara çêkir.

Çalakiyên mertalên zindî li Girê Spî û Kobanê yên redkirin û şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

(fr)

ANHA