Li Cerablusê serçeteyek hate kuştin

Li bajarê Cerablusê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di encama teqînekê de serçeteyekî koma bi navê "Feyleq El-Salis" hate kuştin.

Li Cerablusê serçeteyek hate kuştin
Li Cerablusê serçeteyek hate kuştin
5 tebax, 2019   18:19
ŞEHBA

Li bajarê Cerablusê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin vê êvarê, di erebeya serçeteyekê koma Feyleq El-Salis bi navê Hisên Emîn "Ebû Elî El-Teksî" de teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de serçete Hisên Emînî hate kuştin.

Heta niha ti aliyekî teqîn negirtiye ser xwe.

ANHA