Çeteyan li Şêrawa welatiyek revand

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyek ji navçeya Şêrawa ya Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir. Her wiha çeteyek dema ku di ava bendava Meydankê de avjenî dikir, xeniqî.

Çeteyan li Şêrawa welatiyek revand
27 tîrmeh, 2019   10:35
EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Basûtê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk welatiyê bi navê Mustefa Mihemed Buhar ê ji gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çavkaniyekî din jî ji gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şera ya herêma Efrînê got dema çeteyekî dewleta Tirk di ava bendava gund de avjenî dikir, xeniqî.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan yekser cenazeyê wî derxist, êrîşî malbatên li gund kir û gule bê ser û ber li derdora gund reşandin.

(bx)

ANHA