Li Minbicê dewreyek nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbic û gundewarên wê dewreya 4`an bi şahiyekê bi dawî kir.

Li Minbicê dewreyek nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
25 tîrmeh, 2019   20:12
MINBIC

Îro Akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreya 4`an bi navê Şehîd Musab Cuma El-Fetah a 28 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Minbicê û gundewarê wê tevlê bibûn, bi dawî bû. Dewre 45 rojan dom kir, tê de endaman waneyên fikrî û leşkerî dîtin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla endamên ku derçûne destpê kir. Piştre bi navê Komîteya Hundirîn a Minbicê û gundewarê wê cîgirê hevserokatiya Komîteya Hundirîn a Minbicê û gundewarê wê Ebdulkerîm El-Bekar axivî.

El-Bekar rola jinê di parastina welêt de tekez kir û destnîşan kir ku destaniyên lehengiyê yên ku jinê xêz kirine dê di dirêjahiya serdeman de zindî bimîne.

Piştre bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê û gundewarê wê endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serdar Arêf axivî û bidawîbûna dewreyê li malbatên şehîdan pîroz kir û got şehîd Musab nayê ji bîrkirin.

Piştî wê endamên dewreya Şehîd Musab Cuma El-Ebdulfetah bawernameyên xwe wergirtin.

Şahî bi girtina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerê bi dawî bûn.

(şx)

ANHA