Li Kobanê çalakiyên li dijî gefên Tirkiyê didomin

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dîsa bi sedan şêniyên kantona Kobanê li rojavayê kantonê li beramberî sînorê Tirkiyê çalakî kirin.

Li Kobanê çalakiyên li dijî gefên Tirkiyê didomin
Li Kobanê çalakiyên li dijî gefên Tirkiyê didomin
Li Kobanê çalakiyên li dijî gefên Tirkiyê didomin
19 tîrmeh, 2019   12:02
KOBANÊ

Li dijî kiryar û daxuyaniyên dewleta Tirk ên dawîn ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek ji aliyê gel ve berdewam in. Bi hezaran şênî li gelek gund û bajarokan di van du rojên dawîn de beşdarî çalakiyan dibin.

Piştî çalakiya li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê, şêniyên gundên rojavayê kantonê li dijî gefên Tirkiyê û xurtkirina hêzên xwe li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de çalakî kirin.

Îro ji saetên sibehê de şêniyên gundê rojavayê kantona Kobanê beşdarî konê çalakiyê bûn ku li gundê El-Ziyara raserî bajarê Cerablus ku ji aliyê Tirkiyê ve dagirkirî ye û ji kampên artêşa Tirkiyê bi dûrahiya 500 metreyan e, bûn.

Di çalakiyê de endama Meclisa Navçeya El-Qinaya Sûaad Şêx axivî û wiha got: "Divê ji bo destwerdanên leşkerî em hişyar bin, her wiha divê gelên me baş bizane ku guhartina demografîk û xerabkirina têkiliyan di kêliyan de çêdibin, ji ber vê yekê divê em xwe nespêrin dewletên kaolîsyonê yên li ser xaka me, lê em xwe bispêrin xwe û destwerdana Tirkiyê dê rastî bersiveke deh qatî bersiva li Efrîn a Berxwedana Serdemê were."

Paşê li dijî destwerdanên Tirkiyê, çalakgeran bi dirêjahiya bi sedan metreyan mertalên zindî ava kirin.

Çalakiya li gundê Qeremox ê rojhilatê kantonê û nêzî sînorê Tirkiyê, bi beşdariya şêniyên ji hemû gundên kantonê berdewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên li dijî daxuyaniyên dewleta Tirk ku gefan li herêmê dixwe, didomin.

(eh)

ANHA