Şehîda YPJ‘ê Elîf Welat bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Şêniyên El-Keramê cenazeyê şervana YPJ`ê Elîf Welat li Goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê El-Cedîdat li gundewarê rojhilatê Dêrazorê oxir kir.

Şehîda YPJ‘ê Elîf Welat bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şehîda YPJ‘ê Elîf Welat bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şehîda YPJ‘ê Elîf Welat bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şehîda YPJ‘ê Elîf Welat bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şehîda YPJ‘ê Elîf Welat bi merasîmeke girseyî hate veşartin
9 tîrmeh, 2019   19:22
REQA

Bi sedan şêniyên El-Keramê, saziyîn sivîl û leşkerî cenazeyê şehîd Tehanî Ehmed Xerbetlî bi nasnav Elîf Welat a ku dema li kantona Hesekê li ser erka xwe bû şehîd bûbû, oxir kir.

Girseya gel cenazeyê Elîf Welat ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê El-Cedîdat ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên YPJ û QSD`ê ve destpê kir. Piştre gelek axaftin ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan Îman Mihemed, YPJ`ê Canda Reqa û Meclisa Sivîl a Reqayê Elî El-Nayif ve hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û rola şehîdan ji bo rizgarkirina gel ji zulmê û afirandina civakek demokratîk û azad hate destnîşankirin.

Her wiha rola YPJ`ê di tinekirina terorê de hate bibîrxistin. Hate tekezkirin ku jin piştî fedekariyên mezin bû sembola azadiyê û têkoşîna wê di rûpelên dîrokê de hate xêzkirin.

Piştî wê wesîqeya şehadetê ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan ve hate xwedin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Hevalên şehîd cenazeyê hevala xwe rakirin û li goristanê veşartin.

(şx)
ANHA