Meclisa Jinên Sûriyê li Helebê buroya xwe vekir

Bi beşdariya bi dehan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê, Meclisa Jinên Sûriyê li taxê buroya xwe vekir.

Meclisa Jinên Sûriyê li Helebê buroya xwe vekir
Meclisa Jinên Sûriyê li Helebê buroya xwe vekir
Meclisa Jinên Sûriyê li Helebê buroya xwe vekir
Meclisa Jinên Sûriyê li Helebê buroya xwe vekir
Meclisa Jinên Sûriyê li Helebê buroya xwe vekir
Meclisa Jinên Sûriyê li Helebê buroya xwe vekir
Meclisa Jinên Sûriyê li Helebê buroya xwe vekir
8 tîrmeh, 2019   10:54
HELEB

Bi armanca piştgirî, xurtkirina erkên jinan û diyarkirina rola jinan, Meclisa Jinên Sûriyê buroyeke xwe li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê vekir.

Vekirina buroyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Jinan berdevka meclisê ya şaxê Helebê Heyfaa Hesen, li ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Foza Abdulhenan, li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Nehla Mistefa û li ser navê Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalîde Abdo axivîn.

Axêveran vekirina buroyê li jinan bi taybet û li hemû şêniyên taxê, ji ber ku dê bibe bingeha aktîfkirina rola jinan li taxa Şêxmeqsûdê, pîroz kir.

Merasîma vekirinê bi vekirina buroyê ji aliyê hevserên şehîdan ve bi dawî bû.

(eh)

ANHA