Li herêma Efrîn, Mare û Babê herî kêm 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li herêma Efrîn, Mare û Babê herî kêm 2 çete hatin kuştin.

Li herêma Efrîn, Mare û Babê herî kêm 2 çete hatin kuştin
25 hezîran, 2019   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe ên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê,  hêzên me bi sê çalakiyên cuda komên çete kirin armanc.

Di dîroka 23`ê Hezîranê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê komeke çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Daxilî Baş ê girêdayî herêma Babê kirin armanc, encama çalakiyê û hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Di dîroka 24`ê Hezîranê de hêzên me çalakiyeke kemînê li dijî çeteyên koma çete ya bi navê El Cebha El Şamiyê li gundê Til Malid ê girêdayî herêma Mare li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Di dîroka 24`ê Hezîranê de yekîneyek me bi çalakiyeke taybet li çeteyekî Firqet El Emşat li ser rêka gundê Hisê yê girêdayî navçeya Mabata dan, di encam de ew çete hat kuştin.”

(kc)