Li Şehbayê şahiya dawîbûna sala perwerdeyê hat lidarxistin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê bi boneya dawîbûna sala perwerdeyê ya sala 2018 – 2019 li dibistana El-Ehdasê şahiyek lidar xist.

Li Şehbayê şahiya dawîbûna sala perwerdeyê hat lidarxistin
Li Şehbayê şahiya dawîbûna sala perwerdeyê hat lidarxistin
Li Şehbayê şahiya dawîbûna sala perwerdeyê hat lidarxistin
Li Şehbayê şahiya dawîbûna sala perwerdeyê hat lidarxistin
Li Şehbayê şahiya dawîbûna sala perwerdeyê hat lidarxistin
Li Şehbayê şahiya dawîbûna sala perwerdeyê hat lidarxistin
Li Şehbayê şahiya dawîbûna sala perwerdeyê hat lidarxistin
22 hezîran, 2019   18:32
ŞEHBA

Di şahiyê de sedan mamoste, endamên saziyên sivîl û meclisan, hevserokên Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo û Şîraz Hemo û endama Koodînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif beşdar bûn.

Qada şahiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên li ser nivîsa "Bi mamosteyên azad, em civakê ber bi azadiyê ve dibin" hate xemlandin.

Di şahiyê de endama Koodînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif û endamê rêveberiya Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê Hemed Rustem axivîn.

Axaftvanan rola mamoste di pêşxistina civaka de destnîşan kirin.

Axaftvanan destnîşan kirin di vê salê de xwendekar û mamosteyan di kampan û malên hilweşiyayî de zehmetî kişandin.

Her wiha axaftvanan serkeftin ji mamoste û xwendekaran re hêvî kirin.

Paşê hunermendên Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê stranên folklorî yên Efrînî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.

ANHA