Li Reqayê heta niha 4500 cenaze ji gorên komî hatin derxistin

Tîma Destwedana Bingehîn a Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi derxistina cenazeyan ji gorên komî yên Miasker El-Telayê ya li bejahiya başûrê Reqayê kir.

Li Reqayê heta niha 4500 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê heta niha 4500 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê heta niha 4500 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê heta niha 4500 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê heta niha 4500 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê heta niha 4500 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
13 hezîran, 2019   10:41
REQA

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê, Tîma Destwerdana Bingehîn derxistina cenazeyê ji gorên komî û bin bermahiyan didomîne. Li ser vî esasî hejmara gorên komî ku cenaze jê derxistina gihaştiye 14`an.

Tîma Destwerdana Bingehîn 632 cenaze ji gorên komî yên El-Fixeyxa derxistin.

Piştî meha Remezanê Tîma Destwerdana Bingehîn dest bi derxistina cenazeyan ji gorên komî yên li goristana Miasker El-Telayê kirin, di her gorekê 12 an jî 13 cenaze hene.

Bi vê yekê hejmara giştî ya cenazeyên ku ji bajêr hatine rakirin, gihaşt 4 hezar û 500 cenazeyî.

Têkildarî mijarê berpirsê Tîma Destwerdana Bingehîn Yasir El-Xemîs wiha got; li gorî ku şênî dibêjin, ev gor ji bo kesên ku li qadan hatine darvekirin re hatiye veqetandin.

Xemîs di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman:"Hezar û 500 daxwazname ji şêniyan hate pêşkêşkirin, ku zarokên wan hatine wendakirine û heta niha tenê 46 cenaze li goristana El-Fixêxa hatiye dîtin."

Yasir El-Xemîs di dawiya axaftina xwe de got, piştî bidawîkirina xebatên derxistina cenazeyên ji gorên El-Telayê dê dest bi derxistina cenazeyan ji goristana di nav bera her du piran de bike.

(eh)

ANHA