‘Armanca lêkirina dîwarê parçekirina nasnameya kurdî ye’

Ekrem Mehşûş anî ziman ku armanca Tirkiyê ya lêkirina dîwaran li derdora Efrînê tunekirina nasnameya kurdî ye û hewl dide çeteyên xwe lê bi cih bike. Mehşûş got "Wek gelê Sûriyê em ê li hemberî binpêkirinên li Efrînê têne kirin, bisekinin."

‘Armanca lêkirina dîwarê parçekirina nasnameya kurdî ye’
28 gulan, 2019   07:03
HESEKÊ – NESRÎN ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku Efrînê ji Sûriyê veqetîne û çeteyên xwe lê bi cih bike, ji meha Nîsanê ve dest bi lêkirina dîwaran kiriye. Dagirkeriya Tirkiyê ji gundê Mêremîn ta herêmên li beramberî kantona Şehbayê dîwarê çîmento lê kiriye, bilindahiya dîwar digihîje 3 metreyan. Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirkiyê bircên kontrolê girêdayî navenda fermandariya hêzên Tirkiyê li Idlibê û Efrînê ava kirine.

Girêdayî mijarê sekreterê giştî yê Partiya Muhafazekaran Ekrem Mehşûş ji ANHA‘yê re axivî û anî ziman ku armanca deweta Tirk ji lêkirina dîwarê parçkirinê li Efrînê ew e ku Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li dewleta xwe bike, her wiha xaka Sûriyê binpê bike.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li gel bêdengbûna civaka navdewletî di encama êrîşên dijwar de Efrîn dagir kir, dîsa jî bi bêdengiya navdewletî re dîwarê parçkirinê lê dike.

Mehşûş destnîşan kir ku lêkirina dîwar encamên lihevkirinên navdewletî, bi taybet lihevkirinên rêjîmên Rûsya û Tirkiyê ye û wiha got: "Heke ne bi erêkirineke navdewletî bûya Tirkiyê nedikarî êrîş kiriba û Efrîn dagir kiriba."

Piştî lêkirina dîwar, dagirkeriya Tirkiyê çeteyên xwe yên li Idlibê asê mane, li Efrînê bi cih dike. Ekrem Mehşûş balê dikişîne ser vê mijarê û dibêje Tirkiye çeteyên xwe li Efrînê bi cih dike û wekî ku ji niştecihên resen ên Efrînê ne, wan qeyd dike.

Ekrem Mehşûş di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiye bi lêkirina dîwar hewl dide nasnameya kurdî ji holê rake û bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî binpêkirinên li Efrînê têne kirin, ji kuştin, revandin û lêkirina dîwarê parçekirinê, bisekine.

Her wiha Mehşûş bang li dewletên cîhanê kir ku bi lez lêkirina dîwar û binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê rawestînin.

Sekreterê giştî yê Partiya Muhafazekaran Ekrem Mehşûş di dawiya gotinên xwe de dagirkirina Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê bi xaleke reş li ser eniya mirovahiyê bi nav kir û got: "Ti hincet ji bêdengiya navdewletî ya der barê lêkirina dîwar de nîn in."

(bb)

ANHA